Please wait . . . Loading Page

 

 

Serûpel    |  Sherzad Berwari   |  Helbest  |  Berhem  |  Wêne  |  Links  |  Mêhvan Name  |   E-mail 

 

Malpera Sherzad Berwari

Sherzad Berwari

 

            Zivistan

           

                Befirek dihêt hîr û nerim

                Girtin ban û desht û zevî

                Hat zivistan birha gerim

                Kewa barkir hudhud revî

                Ne mêshxurînk evro hene

                Ne kûk li daristana di kenît

                Ne hecîreshk li mala mene

                Da ber kashxankêt me bi hunît

                Hevrist spîbon wekî bûka

                Kirasê nû yêl berkirî

                çîya pîrbon husa zûka

                Wextê ku befirê lê kirî

                Pirçê bîya li ser rûbarî

                Lûlaqe vêda hatne xar

                Dê bêy ku shekra lê kirî

                Fi avê dikevin ew car û bar

                Evro çûçik di shepirzene

                çi tisht nîne ku ew bixon

                Tehle û garis jî di berzene

                Lew bir bir hêrve diçon

                Pîrejina jî pit pite

                Di bêjin dayê vê zeyqetê

                Pîrê kal jî herê mite

                Derê sopê bi gazka ketê

                Bi tinê zarok di girnijin

                çaxê befir di barîtin

                Li ser mila di hel peqijin

                Gava dewsa kewa dîtin

                Hemî pêgve çon karkewê

                Hem rava kêvrîshk û gura

                Her êvarî di kevne xewê

                Li gundî vemirhan xir çira.

                 

                 

                ( mêshxurînk=balindeke zirkêtk û mêshên hingvî dixon.

                hecîreshk =balindeke buharê dihêt hêlînkên xwe

                li berkashxank û banên shikefta çêdken bi erebî  "sinono")

                 

                Sherzad

                15/02/2005

                 

       

       

 

Sherzad Berwari