Please wait . . . Loading Page

 

 

Serûpel    |  Sherzad Berwari   |  Helbest  |  Berhem  |  Wêne  |  Links  |  Mêhvan Name  |   E-mail 

 

Malpera Sherzad Berwari

Sherzad Berwari

 

          Zarokên enfalkirîn

           

        Ji evro pash ve

        Ger tu bînî

        Helal û nêrgiz û esmîn

        Ji kurdistanê

        Tev zîz dibin !

        Li bîyabanêt hishk û zuha

        L binê berûya( Necefê)

        Xir shîn dibin

        Bawer bike ewe xwîna

        Wan zarokên Enfal kirîn

        Ew kulîlkên ji

        Nû ji dayk dibin

        Ger tu bînî

        Kew û tivîrk

        Beref bashorî yêd firin

        Bu dîtina gorên bi komel

        Qonax bi qonax yêd birin

        Ger tu bînî hemî diçin

        Û nazivirin

        Tu bi xodêke di dîfra here !!

        Li ser goristanên bi komel

        Li hindav dersok u shûtkekê

        Yêd êwrin

        Yêd bên aha li vêrê

        Hevalên me

        Hemî mirin

        Hemî mirin.

         

         

        Sherzad Berwarî

        21/01/2004

                                     Frensa

       

       

       

 

Sherzad Berwari