|
Yara min
Yara min çav resh xumare
Kirme dêwane li shevê
Ew çi naze jê dibare
Dil ji min çû ket revê
Dil ji min çû beref çola
Çav kalê kirme hejar
Ketme bîsh û dirk û dola
Wey hewar û sed hewar
Min nezanî çi evîn bû
An jî xewne an xeyal
Êk girtin bû an revîn bû
Bû çî nebûyne heval ?
Çavên birsî pir birûsî
Helkêsham nav derya kûr
Bûçî ji çavên min di tirsî
Pêgve dê çîn li rêka dûr
Sûnd di xom bi roja biharê
Katê rûnishtîne xar
Taqe maçî demî yarê
Ta ebed mam shêt û har
Ta ebed ew yad emênê
Tako mabim min le jîna
Hest û hoshim ebzwênê
Wek dildarî Mem û Zîna.
Sherzad Zeynelabidîn
25/11/2004
|
|