Please wait . . . Loading Page

 

 

Serûpel    |  Sherzad Berwari   |  Helbest  |  Berhem  |  Wêne  |  Links  |  Mêhvan Name  |   E-mail 

 

Malpera Sherzad Berwari

Sherzad Berwari

 

             

            Xem û pejara milletî

             

             

            Ma ji pejara evîndaryê , ma tishtek xwesh tir heye

            Lew xasme ya milletî bît , yê ne dît bît tûle ye !!!

             

            Vê xem û pejarê kushtim , hêshta hindek lewçene

            Ger ne gehme yara nazdar , ma xewn jî gunhene ?

             

            Pêlin xewnekê bi bînim , li mi nekene jehre mar

            Destê xwe dê havêm rojê , belkî dê wê înme xar !!

             

            Nehez û bê eql û mesta , dest li min bestin çep û rast

            Dê bi pîya bezme miradê , pê li min gestin çep û rast

             

            Dê ezmanê mi çilê ken ? sûrekê xwesh ser birre

            Dê bang det bû serxwebûnê , ala rengîn hel bi firre

             

            Ger maf û yeksan û rastî , li vê cîhanê ew hebin

            Ma çima bû kurda nînin , bo çî xem bahra me bin ?

             

            Bo çî em her ho di nalîn , nê pîçek sûça meye

            Xwe frosh û kes peristîn , ma çi bêjim nê weye

             

            Bi erzanî xwe ne froshe , ey xudanê qelemî !!

            Rastî evro bête gotin , dê rizgar bîn em hemî

             

            Milletê ax zêr û befrîn , parçe kirye dujmina

            Amede bûka cîhanê , Mehabad a dest bi xena

             

            Kerkuk hêshta di nalîtin , penaber li jêr xîveta

            Ax lê zêr û zik lê birsî , ka xudanê hîmmeta ??

             

            Rojek dê hêtin ji Kubanê , bê sinor bi çime Çemî...1

            Pashî ser evraz bû Wanê , bû seredan bi çîn hemî ....2

             

            Ji wêrê bi çim bû Mehabad , bi cih bînim hecca berê ....3

            Pashî li Seywan min bin ax ken , beram berî Esmerê.

             

             

             

            Shêrzad Zeynelabidîn

            12/06/2009

             

            1:-Çemî =gundê min ,Çemê seyda.

            2:-Devera Wanê cîhê bab û kalên dapîra min (ji alîyê daykê )

            3:-Li sala 1974 ê ez çûm Mehabad mirada min ew bû wêneyekî li gorepana Çar-çira bi kishînim lê savakên Shahê gor begor li min qedexe kir.

             

             

                 

       

 

Sherzad Berwari