Ji bê dengya shevên tarî
Spêda mizgînîyê di bînim
Ji girnijîna zarokekê
enfal kirî
Bê bab û day
Di landkêda may
Tovê berxwedanê di çînim
Ji dar beruya
Her sal sotî
Ji wan terhên
Sheng û shepal
Sed gupala dê çemînim
Dê dem destên xurt û lawa
Da gurgên har
Ji axa welatî bi revînim
Shuna her mêweka sotî
Her kevota
Darkoka sumtî û verotî
Her kevoka
Ejdehara
Xwîn lê mêtî
Dastana serxwebonê
Dê kem hozan û vehînim
Ger êk bigrîn
Li her çar parça
Rojê dêsh esmana înîn
Ger bibîn êk çi me bivêtin
Dê wê bînîn
Lê çima em her ho di mînîn
Heta kengî dê ho mînîn.
Sherzad
01/06/2004