Serûpel | Sherzad Berwari | Helbest | Berhem | Wêne | Links | Mêhvan Name | E-mail
Malpera Sherzad Berwari
Her Kurdê bash û camêr
Di vêt wî hebin çend xaslet
Suhbetê jî biket vavêr
Bi det yên dî jî muhlet
Hizra xo to bash bike
Berî ku bersiv danê
Ne kevye kerb û rike
Guh bide vê hozanê
Her yê rehet ya xarî
Navê bash jî bo wîye
Qeda her li nehomarî
Ma zirî jî bo çîye?
Eger êk hate def te
Ü bo te kir fesadî
Bêjê ey kesê kifte
Li vêrê tu naxoy zadî
Dostê zana bê wefa
Her ewe jehra marî
Her dê jê bînî cefa
Hem tehl û tirsh û tarî
Mafê xelkî bizane
Ger te pîçek xo bivêt
Mirwet jîka hosane
Her wesa ashtî di hêt
Axiftina xosh bêje
Mar pê ji kunê tête der
Nanê rastîyê bi pêje
Berî ku to bi key sefer
Her çend mezin jî bî to
Tivêt biçûk xo danî
Vî cilkê bash bike berxo
Bigre qedrê cîranî
To guh de dey û baba
Rehmê bibe bi biçûka
Da millet bo me maba
Da bibîyn dewlet zûka.
Shêrzad Zeynelabidîn
06-11-2003
Sherzad Berwari