Shilêra min
Shenge gula li ber dilê min
Dem hatîye
Rista zordaryê bi piçînî
Jêhel temasha min bi ke
Da esman û rôjê bînî !!
Sernixwînî êdî bese
Bu sha gulê
Xem û kulên hizar sala
Ji rîh û rûshala derbînî
Shilêr di bêjît
:
Hindî bihosteka xakê
Axa pîroz
Mabît li bin destên dujmina u
Lê ne peyda bîtin Kawe
Lê ne barî bîtin Newroz
Dê ho mînim
Rondikêt resh
Ji her çar çava!!
Dê barînim
Dê werînim
Heta rôja qîyametê
Te nabînim.
Shêrzad Berwarî
27/12/2003 Frensa
|