Sheveka sar
Gava axînk ji tirsa di mirin
Pêlên germê
Di kûratîya çavên teda
Di bin ronahî
Di zên û di firin
Sheveka sar
Stêr li esmana
Wek zarokên rûs u birsî
Sewka heyvê yê ved rojin
Têda di rûnin
Di kene kursî !!
Sheveka sar
Li ber ronahya Babe Gur Gur
Zarokekê kurdê çav gesh
Ji sermada mir
Ji sermada mir
Sheveka sar
Ez û tu û heyv mishext di boyn
Doshek erd û ber esman bu
Beref dumanê em di çoyn
Sheveka sar
Me gund hêla xir û xalî
Law û cehêl
Heta pîrê li ser gopalî
Sheveka sar
Li bin çadra derbederyê
Dizek hat û hindî gerya
Min çi nebo
Xewna min bir
Xewna min bir.
Shêrzad Berwarî
09-04-2004
Frensa
|