Seyrana gelyê Bazê
Nalênek tête guhê min
Ji qehr û kovanên berê
Vê nalênê sot dilê min
Ji ah û oxên dilberê
Roja wem çoyne Metînî
Shkefta Babekra sirîn
Di dilê minda xo di hewînî
Lew li me kûr dibîtin birîn
Ew çi deng bûn ? ew çi reng bûn ?
Ew çi bêhn û çi keval ?
Kanî ji bin kevya nê der bûn
Her kesê girtî heval
Qebqeba kewê rubade !!
Ba di hejînît tevrîya
Wek daralînka xo bade !!
Bibe rewsha van çîya
"Kanî shîlanka" binaze
Qurpe qurpa qumrîye
Li "ber Berayê" to biraze
Ne spêdê êvarîya (1)
" Kon Befrê " here bi bîne
Warê qaqîshk û qela
Nê li havînê çenda hîne
Babelîsk jî li ber çela
" Nihala darbestê " rêke
Da ji gelî derbaz bibî
Çeperî ji tevrîya çêke (2)
Ger te bivêt girêl nebî
F serketîn serê Metînî
Deshteka pan û berîn !!
Di nav Gul Hirça da em di rûnîn
Çawa dernabît evîn ??
Gul shilêrek bi serm û damay
Min dîte li ber tevrîyê
Min pisyarkir tu bi tinê may ?
Girî kefte gewrîyê
Ey heval ma tujî di bînî
Wekî min van tev xema
Ma tujî yê dil birînî ?
Jîyê me çi jê nema
Rondik pêgve me barandin !!
Ji ber sûrbo ava çema !!
Destên xo min li dur alandin
Li "Çemêseyda" bo sema !!
Bîrhatina seyrana 1972
(1) Spêdê hetav li berberayê di det.
(2) Li nihala darbestê çeperek kirbo pir ,tenya
rêk bû di sera derbaz dibûn ,navê nihala darbestêjî ji hindê hatye .