Dê nivêsim
Li ser ewr û ba û bahozê
Li ser befr û bagêr û tozê
Dê nivêsim
Li ser qurmê kevne darê
Li ser singê te
Li navbera herdo memkên dostê yarê
Dê nivêsim
Li ser baqofkên vê biharê
Li ser lêvên te
Ewên terboyn ji xunav u hem xwîsarê
Li ser pirça te
Ewa herdem wek sûlava tête xarê !!
Dê nivêsim can navê te
Li ser derazînka xanî
Li ser kevrên hishk û aza
Li ser herdo perên sîmerxa
Li ser esmanî !!
Ez dildarê navê teme
Ey SERXWEBUN
Dê nivêsim li ser êsh û xir azara
Dê nivêsim
Li ser axînkên evîndara
Li ser xewnên berî spêdê
Li ser hetav sorkên êvara
Dê nivêsim rind navê te
Li kefa gopalê shivanî
Li ser gola (1) bêrîya
Dema pez êvarî tête danî (2)
Li ser berên ûsila tirî (3)
Wî mermerî wî helanî
Dê nivêsim
Li ser balîfka zavaynîyê
Li ser gustîlka kabanîyê
Li ser çinara sîberê didete kanîyê
Dê kolim wî sheng navê te
Li ser xep û nîrkên hevcarî (4)
Li ser gêsinî
Li ser herdo zendkên cotyarî
Dê nivêsim
Li ser pêkuçkên kevne warî
Li ser xîveta derbederyê
Li ser dilê xo
Min ew maye
Ha bote ewjî dîyarî
Ha bote ewjî dîyarî .
Shêrzad Berwarî