Pawîz
Dîsa pawîz vegerya ve
Rengê zer ber bû çîya
Tevrî ya me ya bi xunave
Daweryan belgên bîya
Kew ji zozana hatne xarê
Bere f destê yê di çin
Temasa xemla hinarê
Cerg û dil li me yêd piçin
Yê hat wextê pila û cotî
Hem mizeyt û bêdera
Serê jorî sirê sotî
Aqar jî wek mêzera
Hevrist bi tinê hera bi xemle
Pawîz bîtin yan bihar
Ji tev dara ya bê bevle
Te pîroz bîtin ew kar
Li hinde mala sheverokn
Girgira distarî têt
Pîr û can jî bi kar û kokn
Law egîdin hem kimêt
Di ken zibara axe bana
Hêj befir ne hatye xar
Koçer zivrîn ji zozana
Kavil di mînin sar û bar
katê hingivîn birînê
An jî doshav a tirî
Bi selk û sevya em di çînê
Yê hat ewrê girgirî
Ewr û baran û birûsî
Tavya darêste çema
Hemî pêgve çone lîsî
Çî zuha di berda nema
Car car roja pê di kenîtn
Car û bara zeyqete
Seyê dirr jî yê di rewîtn
Çi tûfane , meynete
"Cane merg" li bn gûza shîn bûn
Kesk bû zûrê ber dirêj
Av û hewa ji germê hîn bûn
Ji sîvanda derbûn verêj
Ya hat pawîza dilê min
Dûrm ji yar û gulshena
Giran barê li ser milê min
Kanê yara dest bi xena?
Kesk û sorê li ser aqarî
Nerme baran û xunav
Hûr darête evî warî
Bêhna axê bû gulav
Bêhna axa welatê min
Vê pawîzê ji dûr di hêt
Lew ma agir ket dilê min
Ji her dû çava xwîn di zêt.
Shêrzad Zeynelabidîn
12/09/2008