Min dîtin rondkên baranê
Min dîtin sal hemî payîz
Min dît bêdadya jîyanê
Min dît rastî may bê biha
Min dît bihar kôç ber dibin
Kanî hemî di hishk û zuha
Min dît gurgê boye shivan
Ker jî çoye ber garanê !!
Min dît mirôvê çar sîber
Keçî êk rôja li cîhanê
Min dît rûbar jêhel diçin
Û sev bi rôjê di ket dîlanê
Min dît dayk bi tazî û behî
Min dît xwîn jî boye lehî
Min dît sir û serma û baran
Min dît xoshî û keyf û seyran
Lê min nedît ku carekê
Yara ciwan
Li xerîbîyê
Li xewnêt minbibît semyan
Bibît mêhvan.