Mesha Kolin
Wer bibîne
Nê kurd kurdê duhî nîne
Mesha kolin temashake û bash bixwîne
Her çend kêm bûn
Lê bi rastîjî bihayê wê yê kêm nîne
Li bin alayê kurdînîyê
Yên xir vebûyn
Ji her çar parça
Eve rojên dîrokîne
Were bi bîne
Nê kurd kurdê duhî nîne
Katê Amed gazî biket
Silêmanî dê li dûv hêtin
Katê hewlêr di xwînê werdibît
Mehabada bi bersiv têtin
Katê sine bêjîtin ah
Gola Wanê dê kelîtin
Katê qamîshlokê bi sojît ?
Duhok ji qehra dê nalîtin
Katê Shirnex ta bihêtê
Pîran Shehir dê bijrîtin
Were bi bîne
Nê kurd kurdê duhî nîne
Mesha kolin shiroveke û
Bash bixwîne
Mijîlankên wanê di reshin
Babe gur gur dil birîne
Bo azadya Kurdistanê
Dê xo sojîn
Ger sed Enfala jî bînîn
Her dê bêjîn qed çu nîne
Êketya me ger çêb bîtin
Me pakî bi dujmina nîne
Me pakî bi rû resha nîne.
09/02/2004
Sherzad