Please wait . . . Loading Page

 

 

Serûpel    |  Sherzad Berwari   |  Helbest  |  Berhem  |  Wêne  |  Links  |  Mêhvan Name  |   E-mail 

 

Malpera Sherzad Berwari

Sherzad Berwari

 

      Meger carek

       

                Meger carek di xewnêda

                Li ruxsarê te bim mêhvan

                Bihêt bayê berê spêda

                Bixêr hatî li ser çehvan

                Dizanim ez ji te dûrim

                Te na bînim evê carê

                Xendqyê behreka kûrim

                Girêdayê zulfa yarê

                Girêdayê zulf û xalan

                Berdam çûla y har û dînim

                Li hozana kirye talan

                Navê wê jî neshêm bînim

                Belkî carek rehmê bikey

                Bîmarê xo bikey derman

                Vê pencerê bo min vekey

                Li dilê sêwî bibî semyan

                Lê dizanim her wekî min

                Bi shevê heyve li te mêhvan

                Silavek ji te geheshte min

                Lew bishkurîn erd û esman

                Buhar xunav û gul toyî

                Pawîz û befr û dirk ezim

                Shemal û mum û roj toyî

                Tarî û duman û shev ezim

                Toyî shilêra li nav tevrîya

                Wez kewê bê sebr û hedar

                Toyî rewsha tev bêrîya

                Wez shivanê dil birîndar

                Dibêjin ev sal buhar nahêt

                Kew naxwînin li dergelîya

                Xema dilî qed danahêt

                Terg dê barît li dol û çîya

                Bo sheva min toyî çira

                Taristanê pê diseqînim

                Ger to nebay da bêm çira

                Ez dijîm û an dê mînim.

                 

                 

                Sherzad

                25/12/2004

       

       

       

 

Sherzad Berwari