|
Kurdîn hevalno rabin
Kurdîn hevalno rabin
Roja me ço avayê
Bes ji êk tera û bera bin
Yê di sojît cergê dayê
Dayka me nê ew xake
Cihê bab û bapîra
Ka heyfa wê tu rake
Hershev helken xetîra
Wekî di hêtin Newroz
Qed to Kawey ji bîr neke
Ew rêke bû me pîroz
Xwîn mêja to adeke
Ne bê dujmin bi hêze
Bash dîrokê bi xwîne
Kengî dujminê bi rêze?
Bashê wan jî çi nîne
Ka Hîtler û Holako ?
kanê ye Mosolînî ?
An jî kanê Firanko ?
Seddamîjî to di bînî
Hemî keftin jêr pîya
Nifrîn li wan di barin
Her berze serê çîya
Roj tev cejn û buharin.
Shêrzad Zeynelabidîn
2005
|
|