Please wait . . . Loading Page

 

 

Serûpel    |  Sherzad Berwari   |  Helbest  |  Berhem  |  Wêne  |  Links  |  Mêhvan Name  |   E-mail 

 

Malpera Sherzad Berwari

Sherzad Berwari

 

            Kurda rabe

             

            Kurda rabe nê êvar e, roja me çû pist çiya
            Ne me male û ne me ware, wem ketîn dest rûvîya

            Carekê guh bide "Xanî", bibne êk dest hûn hemî
            Da avakeyn pêgve xanî, bûy ji dîrokêy bê xemî ?

            "Gerdî hebwa" hûn bicîh bînin, dêrevînin tev xema
            Çima kur in vê nabînin? Keyf û shadî me nema

            Çil milyon ev ro dinalin, ji destên pîsên çepel
            Ligel êk du dirk û dalin, an bizotin çeq û pel

            Wey hewar e bo van kurda, dilê min pêt û birîn
            Kî derman ket kul û derda, bê nujdar ha dê mirîn

            Bê nujdarîn lewma evro, mitayê me bê biha
            Hem bê dask û merr û tevro, ji rêçalî dev zuha

            Her kesê nê berê li xoye, kes nabêjît ha bira
            Lewma her me rev û roye, wem di kevîn bin çadira.!!

             

            Shêrzad Zeynelabidîn
            29/08/2008

       

       

       

 

Sherzad Berwari