Please wait . . . Loading Page

 

 

Serûpel    |  Sherzad Berwari   |  Helbest  |  Berhem  |  Wêne  |  Links  |  Mêhvan Name  |   E-mail 

 

Malpera Sherzad Berwari

Sherzad Berwari

 

 

                Kela Zulmê

                 

         

        Bi serk dahat kela zulmê

        Peyker hemî di herftîne

        Temashaken evê bezmê

        Ku em tevda di keyfîne

        Shahî yo keîf û seyranin

        Bê tirs di nivin êvarîya

        Bulbul sheydayê gulanin

        Pir bi coshin li mêrg u bîya

        Evro shikest difna zordarî

        Nifrîn li wan seddamîya

        Ku shîrê makerê xarî

        Bin gor biken Efleqîya

        Hemî rojêt me tazî bun

        Mirin hatbo derê xanî

        Herdem axînk û gazî bun

        Hewar çobone asmanî

        Jehir di barî li buhara me

        Gul di çirmisîn siharîya

        Tev resh bibo jîyara me

        Bibo tazî li van tevrîya

        Millet kir bo gola xwînê

        Maf û wîjdan jî li bin pîya

        Kî dê saxket vê birînê

        Veket tola tev gundîya

        Veket tola shar û shaxa

        An kanîkên berze kirîn

        An jî tola dar û daxa

        An zarokên Enfal kirîn

        An jî tola van mishextên

        Li xir cîhanê belav kirîn

        An jî tola wan kotirên

        Li ser hêlînê serjê kirîn

        Belê çi bikem jîyar hoye

        Bibim gorî vî welatî

        Dilê min shikest û pîr boye

        Bihara min direng hatî.

         

         

        Shêrzad Berwarî

        Frensa 09/04/2003

            ji dîwana (Welatê Tirs û Tehlîya)

       

       

                 

                 

       

 

Sherzad Berwari