Kê gotîye ??
Kê gotîye zarokên me
Di bê (Nôêl)in
Kê gotîye
Geravokên ava genî
Na shilqînin û na shêlin
kê gotîye Hitlerên( Bexda)*
Geshe roja me dê bi moxlê veshêrin
çend di bê mejî û di bê eqlin
çend sar û lewçe û di çivêlin
kê kotîye zarokên me di bê (Noêl) in
Kê gotîye sîmerxên xewnên me pîr bone
Ne di cehêlin ???
kê gotîye rêka xebatê ew dê berden
An dê hêlin ???
Kê gotîye nerme dilop
neshên kevrên hisk û aza
Bi kelêshîn an qewêrîn
Kê gotîye rondikên wan
Nabin sehmar
Nabin dawet
Nabin hewar
Singê nehezê nehomar
Jêk dadrînin û bi kêlin
Kê gotîye
zarokên me di bê (Noêl) in
Kê gotîye gulle topa
Naken guldan
Kirêtîya derê xanî
Pê bi veshêrin
Kê gotîye gulle topa
Naken cuhnî
Da res kilî
Bo ser salê
Têda bi hêrin.
Sherzad Zeynelabidîn
26/11/1991 Frensa.
Dîyarîye bo zarokên kurda li her çar parça ku ji cejn û sersala di bê behrin.
*Hitlerên Bexda an Enqerê an Tehranê an jî Shamê hemî mîna hev cejn û sersala ji zarokên me di revînin.