|
Ey
dilê min
Rengê
dunyayê êvare
Rôjê
perê xu dahêla !
Bînahîyamin
Ev
havîne gelek sare !!
Van
axînka
Dilê
min mêt
Dilê
min sot û kûr kêla !
Dewr
û berêt me stirîne
Ev
cîhane
Deryayeka
pêle dare
Bi
tinê gemya xu lê di bem
Û lê di înim
Li
sheva tarî
Li
ber ronahya birûsîya
Hôzanekê
Bu
spêdê vethînim.
Shêrzad Berwarî
ji
dîwana (Welatê Tirs û Tehlîya)
|
|