Please wait . . . Loading Page

 

 

Serûpel    |  Sherzad Berwari   |  Helbest  |  Berhem  |  Wêne  |  Links  |  Mêhvan Name  |   E-mail 

 

Malpera Sherzad Berwari

Sherzad Berwari

 

      Heyva kew çerînê

       

               

                Helat heyva kew çerînê

                Were da biçîne evrazî

                Biçîn warê Mem û Zînê

                Li bin tevrîya û siha mazî

                Were da bi çîne zozana

                Li ber çel û kevyên belek

                Bi çîn wargehê hozana

                Li ser her gulê hizar melek

                Bêrî di hên dem bi awaz

                Serê ruîya girtîn xunav

                Lew shivanê dil belengaz

                Sohtin liwî cerg û hinav

                Dengê kewa carna dihêt

                Carna shalîl û berkute

                Kanya hozana lew dizêt

                Lewma çîya carna mite

                Bêdengîyê girtin nihal

                Bêhna heliz û esmîna

                Ji bin kevya têt ava zelal

                Avdet binefsh û beybîna.

                 

                 

                Sherzad

                2005

       

       

       

 

Sherzad Berwari