|
Bi serk dahat kela zulmê
Peyker hemî di herftîne
Temashaken evê bezmê
Ku em tevda di keyfîne
Shahî yo keîf û seyranin
Bê tirs di nivin êvarîya
Bulbul sheydayê gulanin
Pir bi coshin li mêrg u bîya
Evro shikest difna zordarî
Nifrîn li wan seddamîya
Ku shîrê makerê xarî
Bin gor biken Efleqîya
Hemî rojêt me tazî bun
Mirin hatbo derê xanî
Herdem axînk û gazî bun
Hewar çobone asmanî
Jehir di barî li buhara me
Gul di çirmisîn siharîya
Tev resh bibo jîyara me
Bibo tazî li van tevrîya
Millet kir bo gola xwînê
Maf û wîjdan jî li bin pîya
Kî dê saxket vê birînê
Veket tola tev gundîya
Veket tola shar û shaxa
An kanîkên berze kirîn
An jî tola dar û daxa
An zarokên Enfal kirîn
An jî tola van mishextên
Li xir cîhanê belav kirîn
An jî tola wan kotirên
Li ser hêlînê serjê kirîn
Belê çi bikem jîyar hoye
Bibim gorî vî welatî
Dilê min shikest û pîr boye
Bihara min direng hatî.
Shêrzad Berwarî
Frensa
09/04/2003
ji
dîwana (Welatê Tirs û Tehlîya)
Dê nivêsim
Li ser ewr û ba û bahozê
Li ser befr û bagêr û tozê
Dê nivêsim
Li ser qurmê kevne darê
Li ser singê te
Li navbera herdo memkên dostê yarê
Dê nivêsim
Li ser baqofkên vê biharê
Li ser lêvên te
Ewên terboyn ji xunav u hem xwîsarê
Li ser pirça te
Ewa herdem wek sûlava tête xarê !!
Dê nivêsim can navê te
Li ser derazînka xanî
Li ser kevrên hishk û aza
Li ser herdo perên sîmerxa
Li ser esmanî !!
Ez dildarê navê teme
Ey SERXWEBUN
Dê nivêsim li ser êsh û xir azara
Dê nivêsim
Li ser axînkên evîndara
Li ser xewnên berî spêdê
Li ser hetav sorkên êvara
Dê nivêsim rind navê te
Li kefa gopalê shivanî
Li ser gola (1) bêrîya
Dema pez êvarî tête danî (2)
Li ser berên ûsila tirî (3)
Wî mermerî wî helanî
Dê nivêsim
Li ser balîfka zavaynîyê
Li ser gustîlka kabanîyê
Li ser çinara sîberê didete kanîyê
Dê kolim wî sheng navê te
Li ser xep û nîrkên hevcarî (4)
Li ser gêsinî
Li ser herdo zendkên cotyarî
Dê nivêsim
Li ser pêkuçkên kevne warî
Li ser xîveta derbederyê
Li ser dilê xo
Min ew maye
Ha bote ewjî dîyarî
Ha bote ewjî dîyarî .
Shêrzad Berwarî
(2) pez buhara 2 cara tête (danî) anko bêra nîvro û
bêra êvarî;dan = jem= kat .
(3) ûsil =cihê tirî têda di givêshin .
(4) xep = parçek dare wek bizmarekê nîrk û hevcarî
pêgve dibestît.
Berî spêdê
Ger te bivêt
Berî
spêdê
Min bibînî
!!
Pirçê xo tu berelake
û
Stiraneka bê bêdeng bêje
!!
Dê min bînî ...
Li gel shine bayê
siharê
Dê min bînî ...
Li gel hejîna belgên
darê
Dê min bînî ...
Li gel permîçkên
Nerme befrê
Li heyva shiwat
û adarê
Dê min bînî li gel
xewnên
Kew û shalîla !!
Li gel hejîna babelîskên
Vê zinarê
Berî spêdê
Ger te bivêt min
bibînî
Li jêhelîyê sheva tarî
Vêt f serkevî
Ger te bivêt berî
spêdê
Guh bideye kevrê bê deng
!!
Sîmfonîyek nû dê
bînî
Berî spêdê
Ger te bivêt
Li bin tevrîyê
Paldey rûnî
Hôzaneka
Bê peîv û kêsh û ne serwa
!!
Wekî tevnî
Dê raçînî
Spêdeka zû
Pêsh (sew gurgê)
Li (Berberayê) *
Ez razabum
Min guh dida
Sare stirana vî kevrî
!!!
Shalîl ji nûka ji xew
radibun
Heyv berze di bo li pisht ewrî
Berî spêdê
Her tishtek nê rûs û sare
!!
Berî spêdê
Xunav di barît û
Stêr hemî di bin
aware
Hemî sheva berî
spêdê
Dergeh li taqe û
Li hûvîya teme
çavên min wek kulyên birsî
!!
Hemî stêra pê di
çerînim
Lê nehatî û
An nizanî ku ez
heme
An qirqiçîna min li
shevê
Bo te ne pishtî û ne xeme
Berî spêdê
Bê dengîye
Davên taryê
Wek nermatya
Armîshîye
!!
Wek pirça te
Li gel dengê
bayî
Bo min dawet
û gazîye
Berî spêdê
Di bêjin dê hêyî
Ji stêreka
dûr...
Li çolê dilê min dê
dadey
Evî xirtey
Dê key behesht
Dê keye zûr.
Shêrzad Berwarî
05/08/2004 Frensa
Derbederyê kes ne
bînît weî li min baba jehre mare !
Evî tovî kesê bi
çînît çak bizanin ejdehare
Leshê li vêrê û dilê
li wêrê wekî xewna têt bîra min
Çend dawetêt berî
bêrê Çawa gesh dikir jîyara min
Bêhin û boya çîyayê
min yê ne dît bîtin li buharê
Qed nizanît ya dilê
min çi hirmên têtin ji Derarê !
Ava Hirçûînkî bi
xodê kem ger to bi gerhî li xir cîhanê
Nîne wek wê ko nêzîk
hem shirînahya ........ Kurdistanê
çend sivik xosh û
shirîne her kesê carek vexotin
Shekr û shîr û
hingivîne ji evî kevrî tête dotin !
Sheng û shoxa li
aqarê min kiras zera romet hinar
Ew sivik diket ho
barê min ew ne bîtin nahêt bohar !
........... ...........
Ji bîra mi naben we
êk roj li vî dilî qed nabin xodan !
Shêrzad Berwarî
04/07/1991
ji dîwana (Welatê Tirs û Tehlîya)
Shilêra min
Shenge gula li ber dilê min
Dem hatîye
Rista zordaryê bi piçînî
Jêhel temasha min bi ke
Da esman û rôjê bînî !!
Sernixwînî êdî bese
Bu sha gulê
Xem û kulên hizar sala
Ji rîh û rûshala derbînî
Shilêr di bêjît
:
Hindî bihosteka xakê
Axa pîroz
Mabît li bin destên dujmina u
Lê ne peyda bîtin Kawe
Lê ne barî bîtin Newroz
Dê ho mînim
Rondikêt resh
Ji her çar çava!!
Dê barînim
Dê werînim
Heta rôja qîyametê
Te nabînim.
Shêrzad Berwarî
27/12/2003 Frensa
Ger
evro ez
Li
gel vî sîmey
Axiftibam
an
shîyabam
Daf
dûr êxim
Li
pisht xir gund û
Sinorada
da
derêxim
Da
helînim
keme
gêsin !!
Li
ser cotyar û
hejarada
da
helêxim
Da
her bêjim
bo
çine sinor
Xir
kêlika
Li
vê cihanê
da
herêfim
da
herêfim.
Shêrzad
Berwarî
Bihara
1989, Mêrdîn
ji
dîwana (Welatê Tirs û Tehlîya)
Ciwana
min
Sor
kolîlkeka kûvîye
Li
bin sîbera
Van
tevrîya van berûya
Di
qafkê xoda nivistîye
Êlêktirîk
(vîdyo) û ( fêr)
Hêshta
bi goha nebîstîye !
Sava
ya min( bêbê shampo)
An
(sîrîlak) ( tîroz) û kil
Hemî
ji ferhenga te di dûrin
Wekî
durêt binêt derya
Gelek
di kûrin
Cejin
û sersalên cîhanê shadîyê di înin
(
Baba Noêl ) ji zarokara
shirînahîyê
her di gêrînin
Yêd
çi ne dîtî û ne bînay
Bila
bihên li dûmahîka çerxê bîstê
Vê
xopanê biçavên serê xo bibînin
Dîyarîyên
me zarokên kurd
Li
ser sal û shehyanada
Gazên
( xerdel ) û ( foscînin )
Evro
qeralên tarîyê
Bi
harîkarîya (...) (...)
zer
baranê bi herdo mila
Bi
ser baqofkên jîyarêda
Yêd
barînin.
Shêrzad
Berwarî
12/08/1988
çemseyda
ji dîwana
(Welatê tirs û tehlîya)
Ey
dilê min
Rengê
dunyayê êvare
Rôjê
perê xu dahêla !
Bînahîyamin
Ev
havîne gelek sare !!
Van
axînka
Dilê
min mêt
Dilê
min sot û kûr kêla !
Dewr
û berêt me stirîne
Ev
cîhane
Deryayeka
pêle dare
Bi
tinê gemya xu lê di bem
Û lê di înim
Li
sheva tarî
Li
ber ronahya birûsîya
Hôzanekê
Bu
spêdê vethînim.
Shêrzad Berwarî
ji
dîwana (Welatê Tirs û Tehlîya)
Min
pisyarek ya hey ji çava
Bu
çî bi xemin hemî gava ?
Wan
ne dîtîne hêj bihar ?
Her
di bê xemlin mêrg û çinar
Bu
çî bi tazîne gul li çela ?
Û
hêlin li shalîla di bin bela ?
Bu
çî herê bi mije sîpan ?
Û
di rûtin çîyayên çoman ?
Ew
di bînin wek te van kula
Wek
te qehr û xemên dila
Lewa
di rihyên têne xarê
Ber
di bin av hemî bi carê !!
Nîsana1977
Shêrzad
Berwarî
ji dîwana (Welatê Tirs û
Tehlîya)
Pisyarekê
Ji
min di key
Kirên
ji dilê min hatîye
Ma
te pishtî pîratîyê
Hûvî
awat merem çîye?
Lawê
delal
Bash
guh bi de pîre kalî
Mafê
xarî
Tivêt
bizivrînîn
Em
bi gopalî !!
Awata
min
Serberzîya
Dîyarbekir
û
Môsh
û Wane
Rizgarbuna
Sine
û Wirmê
Ronahîya
(çar
çirane)
Serxwebûna
Babe
Gurgur
Serxwebûna
Tev
Kurdane
Tev
Kurdane.
Shêrzad Berwarî
Frensa
02/09/2002
Mizgînyê bidene shehîdan
îbinul (ôce) y qur beser
Ket destê shêr û egîdan
Me pîroz bît ev xeber
Hat dûmahya zulm û zorê
Zivistan li me bu buhar
Xwînmêj di kevin bi evê corê
Hem Dehhak û xir mirar
Mizgînyê bi dene Helepçe
Hem Soran û Badînan
Ketin destên wî kelepçe
Evro cejna me hemyan
Evro cejna ber û dara
Hem rûbar û kanîya!!
Ew rizgar bon ji dîn û hara
wan xûn mêjên Be'ssîya
Dad kirna wî di vêt li Helepçe
Ew dizanin mirwetê
Qêryêt wî bigehne( Shelemçe)
Da hemî bi ken îbretê.
Shêrzad Berwarî
Frensa 14-12-2003
Helal û nêrgiz û esmîn
Ji kurdistanê
|