Halê me Kurda
Werin guh biden halê me kurda
çima dimînîn bê milk û mewda?
Boçî bi tinê em hosa di jarîn?
Tera û berayên her çar kenarîn
Ne tev di nezan û bê milk û halin
Lê di kes perist û bo para dikalin
Heyfe to bikujî biray bo para
An to bi girnijî bo kurd neyara
Ger çî em kurd hêshta ho mayne
Li ber bayê xelkî em qirs û kayne
Nehezên yektir dujmin perêsîn
Hirya me xave xelet di rêsîn
Yê ku mebivêtin her mafê meye
Ma ji bilî rastîyê ma çi dî heye?
Duhok û Amed,Efrîn û Sine
Bextê dujminî heftê û heft kune
Ku jêk vekirin çar xwîshk û bira
Yêl me di herêfin tev rêk û pira
Ma kes nemaye li evê cîhanê?
Pîçek bi wîjdan neket zîyanê
Carek binêrît halê me kurda
Herdem li me sheve tarî biserda
Ji Helebçe rabon hawar û fîxan
Amed di nalît ji tuxmê Xaqan
Serdesht û Bane herêt ken gazî
Kurdîn hûn rabin herin li pey Qazî
Qamîshlo Efrîn mane birîndar
Ji dest nemerdî rûvîyê xeddar
Qed çi bawerî mi bi kurda nîne
Carek bibin êk nebên yê dîne
Pishtî mi dîtîn Enfal û kushtin
Zarok û landik hatîne sohtin
Em jêk belav bûyn hatîn bishaftin
Li ber sir û serma nahêyn nixaftin
Hind jî bi saxî birin bin axê
Hêshta kurd pîçek naden xo zaxê
çima nabin êk biken xebatê?
Bo serxwbûnê rêka necatê.
Sherzad Zeynelabidîn
06/01/2005
