Mizgînyê bidene shehîdan
îbinul (ôce) y qur beser
Ket destê shêr û egîdan
Me pîroz bît ev xeber
Hat dûmahya zulm û zorê
Zivistan li me bu buhar
Xwînmêj di kevin bi evê corê
Hem Dehhak û xir mirar
Mizgînyê bi dene Helepçe
Hem Soran û Badînan
Ketin destên wî kelepçe
Evro cejna me hemyan
Evro cejna ber û dara
Hem rûbar û kanîya!!
Ew rizgar bon ji dîn û hara
wan xûn mêjên Be'ssîya
Dad kirna wî di vêt li Helepçe
Ew dizanin mirwetê
Qêryêt wî bigehne( Shelemçe)
Da hemî bi ken îbretê.
Shêrzad Berwarî
Frensa 14-12-2003
|