Please wait . . . Loading Page

 

 

Serûpel    |  Sherzad Berwari   |  Helbest  |  Berhem  |  Wêne  |  Links  |  Mêhvan Name  |   E-mail 

 

Malpera Sherzad Berwari

Sherzad Berwari

 

              Gelê mino

               

              Li rûbarê êsh û azara

              Hizar cara der baz dibî

              Ma çend cara

              Ligemya nehez û neyara

              Sîyar dibî ?

              Ev car bese

              Biryara te tivêt tu bî

              Heta kengî

              Dê her nivî ??

              Xewek sivik mîna mirnê

              Heta kengî tu na rabî

              Na liv livî ??

              Heta kengî tu naskênî

              Evê ristê

              Evê xewnê

              Boy hêshta bi werîsê xelkê

              Bi werîsê xav û kulkê *

              Diçî kevrî ?

              Te pê di bene esmanî

              Hem 'ewrî

              Lê zû di kevî

              Car li ser pishtê û

              Car liser devî

              Werin ev car da bi vehînîn

              Werîsekê kurdînîyê

              Yê biratî û êketîyê

              Yê bawerî û hem rastîyê

              Take rêke ku em bigehînê hûvîyê

              Dem hatîye

              Rista zordarî bipiçînin

              Dem hatîye

              Mêrg û nizara bi xemlînîn

              Dem hatîye

              Li gel agirê pîre Newroza vê salê

              Li Amed û Babe Gurgur

              Ala Kurd û Kurdistanê

              Em hildeyn û

              Bi çiklînîn.

               

               

              Shêrzad Zeynelabidin
              * kulkê : hiryeka neya bash bûye gotinên mezina :
              werîsê kulkê = neyê mûkûm.

       

       

       

 

Sherzad Berwari