Li bajêrekê bêdeng digerhim
Li gizîltekê
Berî min kes neçobîtê
Li perîyeka rûs û pêxas
Bi tinê bitinê
Ku mij diberbît
Wez di gerhim
Li peyveka nehêt kushtin
Li hôzaneka nehêt gotin
Li axînkeka serjêkirî
Li awateka nehêt mirin
An li gulekê
Li çelên bilind
Rengê shevê xir vexarbît
Li kanyekê li warê kûvî
Jiblî stêra çi kesê dî nedîtibît
An li hespekê lixav berday
Dema dibezît
Li nav taryê pêt û gurî
Ji nala bi revît
Digerhim ez
Li êvareka shevê çirt ket
Li pawîzeka bê zivistan
Bîte bihar !!
Li nêrîneka dilî kerket
Li welatekî
li stêreka dûr
Ya bê mirôv
Da ez û to
Bîne hizar
Degerhim ez
Li rûbarekê jêhel biçît
Li rôjeka bê ronahî
Li Volkanekê jorda bipeqît
Li xetîreka hêj helneboy
Ez li shkefteka bê bin digerhim
Li çîçelokên zîv û zêrî
Celcelotê hero dixûnim
Sero bindkem
Pishta kevrî bash dixurînim
Her di xurînim
Sherzad
2006