Rojeka sar û bare
Evro talane li hozê
Ji welatî bûyn aware
Belav bûyn li tev cîhanê
Bê semyan û derbeder
Ji Emrîka ta Îranê
Her Kurde may bê dever
Cara sedê dê bêjim
Her dê bêjim û bêjmeve !!
Hisyarim wez ne gêjim
Dermanê me bes eve...
Bes êk bigrin bibin êk
Pênevêtin sher û ceng
Her ev bitinê maye rêk
Werin da bi bîne êk deng
Werin pêjankeyn rezî
Gurgê borê dev beshe
Dê xotin trî û pezî
Bê mirwetey zik reshe.
Shêrzad Zeynelabidîn
24/03/1994
