Dîsa Buhare
Dîsa Newroz û buhare
Dîsa dehhak li me xir bone
Nê adare
Kanê xudan ?
Kanê shivan?
Kanê Kawe?
Gazîya wan ne dîyare
Guh bidenê
Li Qamîshlokê nê heware
Dujmin be'sse seyê hare
Ger êk negrîn
Sed Helebçe dê hêneve
Ma ne bese me ev kare?
çima ma em dibê spêdeyne
Li jîyara me her êvare?
Dîsa Newroz û buhare
Dîsa dehhak li me xir bone
Nê adare
Heta kengî bimînîn kole
An derbeder û aware ?
Kes ne bêjît eve xewne
An xeyale
Kes ne bêjît dujmin bi hêze
Serxwebuna Kurdistanê
Gelek dûr û hem mehale
Tishtê ji me kêm
Êk girtine
Ma ne bese me ev hale ?
Werin sinora bi peqînîn
Rista zordaryê bi bizdînîn
Ser û çavên pîs û çepel
Perdê ji ser rakeyn
Bi dirînîn
Werin pêkve an em bimrîn
An maç bikeyn çavê rojê
Ronahîyê bi zorê bînîn
Li her çar parça
Ala rengîn
Da em heldeyn
Bi xwîna dila
Da bi xemlînîn.
Sherzad
15/03/2004
Dîyarî bu shehîdên Qamîshlo.
|