|
Derbederyê kes ne
bînît weî li min baba jehre mare !
Evî tovî kesê bi
çînît çak bizanin ejdehare
Leshê li vêrê û dilê
li wêrê wekî xewna têt bîra min
Çend dawetêt berî
bêrê Çawa gesh dikir jîyara min
Bêhin û boya çîyayê
min yê ne dît bîtin li buharê
Qed nizanît ya dilê
min çi hirmên têtin ji Derarê !
Ava Hirçûînkî bi
xodê kem ger to bi gerhî li xir cîhanê
Nîne wek wê ko nêzîk
hem shirînahya ........ Kurdistanê
çend sivik xosh û
shirîne her kesê carek vexotin
Shekr û shîr û
hingivîne ji evî kevrî tête dotin !
Sheng û shoxa li
aqarê min kiras zera romet hinar
Ew sivik diket ho
barê min ew ne bîtin nahêt bohar !
........... ...........
Ji bîra mi naben we
êk roj li vî dilî qed nabin xodan !
Shêrzad Berwarî
04/07/1991
|