Ciwana
min
Sor
kolîlkeka kûvîye
Li
bin sîbera
Van
tevrîya van berûya
Di
qafkê xoda nivistîye
Êlêktirîk
(vîdyo) û ( fêr)
Hêshta
bi goha nebîstîye !
Sava
ya min( bêbê shampo)
An
(sîrîlak) ( tîroz) û kil
Hemî
ji ferhenga te di dûrin
Wekî
durêt binêt derya
Gelek
di kûrin
Cejin
û sersalên cîhanê shadîyê di înin
(
Baba Noêl ) ji zarokara
shirînahîyê
her di gêrînin
Yêd
çi ne dîtî û ne bînay
Bila
bihên li dûmahîka çerxê bîstê
Vê
xopanê biçavên serê xo bibînin
Dîyarîyên
me zarokên kurd
Li
ser sal û shehyanada
Gazên
( xerdel ) û ( foscînin )
Evro
qeralên tarîyê
Bi
harîkarîya (...) (...)
zer
baranê bi herdo mila
Bi
ser baqofkên jîyarêda
Yêd
barînin.
Shêrzad
Berwarî
12/08/1988
çemseyda
ji dîwana
(Welatê tirs û tehlîya)