Please wait . . . Loading Page

 

 

Serûpel    |  Sherzad Berwari   |  Helbest  |  Berhem  |  Wêne  |  Links  |  Mêhvan Name  |   E-mail 

 

Malpera Sherzad Berwari

Sherzad Berwari

 

          Bilindken Ala

         

        Bilindken ala Kurdîn Newroze

        Cejna gelê me gelek pîroze

        Roja nemana Dehhakê xwîn mêj

        Hat li gel biharê xemil bone hêj

        Her çend ku Newroz vegerhît salan

        Agirî helken bi xemlînin malan

        Rojên sitemê êdî nebînin

        Dara azadyê herdem bi çînin

        Meshxel bilind bû li Kerkuka basûr

        Mizgîn bi gehte Ameda bakûr

        Ronahî bidete Kuban û `Efrîn

        Bixemlît Sîpan û Wana dêrîn

        Germek bigehte momên çar çira

        Da pêgve helbin bi revînin gura

        Serdest û Bane dê bin mirarî (1)

        Ew dê rizgar bin ji destê mirarî (2)

        Wata Newrozê her serferazî

        Her rizgarbûne ji destê berazî

        Ger çî dirêj bû sheva me kurda

        Hero di bînîn sed heyf û derda

        Eger dîyare û hemî dizanin

        Çend bê tifaqin hem bê xudanin

        Xudan me nebît me pakî nîne

        Fermûda xanî tû bash bixwîne

        Ger em êk bigrîn dê hêtin bihar

        Dê zêtin kanî bishkivît çinar.

         

         

        Sherzad

        15/03/2005

         

        (1): mirarî =mirwarî,morîkên bi nirx.

        (2):mirarî = tistê pîs,bêhna pîs lê bihêt.

       

       

       

 

Sherzad Berwari