Please wait . . . Loading Page

 

 

Serûpel    |  Sherzad Berwari   |  Helbest  |  Berhem  |  Wêne  |  Links  |  Mêhvan Name  |   E-mail 

 

Malpera Sherzad Berwari

Sherzad Berwari

 

 

      Berî spêdê

       

      Ger te bivêt

      Berî spêdê              

      Min bibînî !!                           

      Pirçê xo tu berelake û

      Stiraneka bê bêdeng bêje !!

      Dê min bînî ...

      Li gel shine bayê siharê

      Dê min bînî ...

      Li gel hejîna belgên darê

      Dê min bînî ...

      Li gel permîçkên

      Nerme befrê

      Li heyva shiwat û adarê

      Dê min bînî li gel xewnên

      Kew û shalîla !!

      Li gel hejîna babelîskên

      Vê zinarê

      Berî spêdê

      Ger te bivêt min bibînî

      Li jêhelîyê sheva tarî

      Vêt f serkevî

      Ger te bivêt berî spêdê

      Guh bideye kevrê bê deng !!

      Sîmfonîyek nû dê bînî

      Berî spêdê

      Ger te bivêt

      Li bin tevrîyê

      Paldey rûnî

      Hôzaneka

      Bê  peîv û kêsh û ne serwa  !!

      Wekî tevnî

      Dê raçînî

      Spêdeka zû

      Pêsh (sew gurgê)

      Li (Berberayê) *

      Ez razabum

      Min guh dida

      Sare stirana vî kevrî !!!

      Shalîl ji nûka ji xew radibun

      Heyv berze di bo li pisht ewrî

      Berî spêdê

      Her tishtek nê rûs û sare !!

      Berî spêdê

      Xunav di barît û

      Stêr hemî di bin aware

      Hemî sheva berî spêdê

      Dergeh li taqe û

      Li hûvîya teme

      çavên min wek kulyên birsî !!

      Hemî stêra pê di çerînim

      Lê nehatî û

      An nizanî ku ez heme

      An qirqiçîna min li shevê

      Bo te ne pishtî û ne xeme

      Berî spêdê

      Bê dengîye

      Davên taryê

      Wek nermatya

      Armîshîye  !!

      Wek pirça te

      Li gel dengê bayî

      Bo min dawet û gazîye

      Berî spêdê

      Di bêjin dê hêyî

      Ji stêreka dûr...

      Li çolê dilê min dê dadey

      Evî xirtey

      Dê key behesht

      Dê keye zûr.

       

       

      Shêrzad Berwarî

      05/08/2004 Frensa

         

         

                 

                 

       

Sherzad Berwari