Bangê Serxwebûnê
Xewnek min dîtbo hûn bêjin xêre
Ehmedê Xanê hatbo hêre
Gote min lawa bangî heldêre !!
: Hilonve Kurdîn mafî bixazin
Çima dey naken tev belengazin
Eger rast deken be rastî Kurdin
Xotan mafroshin gelêkî merdin
Soran û Badînan Amed û Sine
Hîç ferqî nîye tev xakî mine
Efrîn û Koban, Duhok û Bane
Xir Kurdistane vê bash bizane
Eger wehabît tivêt bizanîn
Shengista ji binî carek dî danîn
Ne vir ya mine û ne wir ya teye
Axa milletî hemî ya meye
Her çend ku dujmin bi hêze
Bi top û firoke û derman û têze
Sube êk bigrîn dê bîte rûvî
Panê her çûve dermanê çûvî !!
Mafê mirova bawer pê neke
Bo Kurda nîne çavan bash veke
Resha bi destên xwe, ger avê birî
Babê wîjdanê ji mêje yê mirî !!
Sherzad
2006